Washington (Rûdaw) – Wezîrê Darayî yê Siûdiyê Mihemed Cedan da zanîn ku ew dixwazin piştgiriyê bidin gelê Sûriyeyê da ku vê qonaxa zehmet derbas bike.
Wezîrê Darayî yê Siûdiyê Mihemed Cedan beşdarî "Civînên Biharê" yên 2025an bû ku li Washingtonê tên kirin û ji aliyê Sindoqa Navneteweyî ya Diravî û Banka Cîhanî ve tên organîzekirin.
Mihemed Cedan diyar kir ku pêwîstiya welatên wekî Sûriyeyê bi piştgiriyê heye û got ku civînên wan li ser Sûriyeyê gelekî baş derbas bûne.
Wezîrê Darayî yê Siûdiyê li ser armanca civînan got, “Armanca me piştgirîkirina Sûriyeyê û komkirina hêza Sindoqa Navneteweyî ya Dirav û Banka Cîhanî û saziyên din e, ji bo ku em piştgiriyê li gelê Sûriyeyê bikin.”
Mihemed Cedan pirsa Nûçegihanê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde bersivand:
Rûdaw: Civînên we yên derbarê Sûriyeyê çawa bûn?
Mihemed Cedan: Gelekî baş bûn, armanca me piştgirîkirina Sûriyeyê û komkirina hêza Sindoqa Navneteweyî ya Dirav û Banka Cîhanî û saziyên din e, ji bo ku em piştgiriyê li gelê Sûriyeyê bikin, da ku ew ji vê qonaxa zehmet a niha derbas bibin.
Ez wisa difikirim ku welatên rewşa wan tevlîhev pêwîstiya wan bi piştgiriya civaka navneteweyî heye, ev jî ew tişt e ku em dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse