Nûnerê Tirkiyeyê: Paşeroja Sûriyeyê dê baştir be

25-04-2025
Sinan Tunçdemir
Ahmet Yildiz ji Rûdawê re axivî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Ahmet Yildiz ji Rûdawê re axivî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Nûnerê Daîmî yê Tirkiyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Sûriye Paşeroj
A+ A-

New York (Rûdaw) - Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo mijara Sûriyeyê civiya.

Nûnerê Daîmî yê Tirkiyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Ahmet Yildiz got, "Ez hêvî dikim ku paşeroj dê ji bo Sûriyeyiyan baştir be."

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê civiya û mijara Sûriyeyê li rojeva civînê bû.

Vê carê balkêş bû ku Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî jî beşdarî civînê bû.

Nûnerê Daîmî yê Tirkiyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Ahmet Yildiz jî pirsên Nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr bersivandin.

Balyoz Yildiz, wekî dîplomatekî Tirk ê ku demekê li Şamê kar kiribû, diyar kir ku ew ji dîtina Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê li New Yorkê kêfxweş e.

Yildiz bi bîr anî ku Tirkiyeyê bi salan e mêvandariya penaberên Sûriyeyî kiriye û got ku ew bawer dike paşeroj dê ji bo gelê Sûriyeyê baştir be û ji bo serkirdeyên wan jî serkeftinê dixwaze.

Yildiz tekezî li ser vê yekê kir ku gelek welat sizayên li ser Sûriyeyê ducare dinirxînin û got ku birêvebiriya nû ya Sûriyeyê di warê aştiya navxweyî û têkiliyên derve de li ser xeteke erênî bi pêş dikeve.

Yildiz diyar kir ku ev bipêşketin rakirina sizayan tîne rojevê û got ku dê gelek welat di vî warî de gavan bavêjin.

Rûdaw: Birêz Balyoz, em dikarin şîroveyekê li ser serdana Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û beşdariya wî ya di civînekê de wergirin? Ev rewş ji aliyê Tirkiyeyê ve çi qasî girîng e?

Ahmet Yildiz: Ji bo min gelekî xweş e ku ez wî li vir dibînim. Wekî dîplomatekî berê yê Tirk ku pênc salan li Şamê wezîfedar bûye û wekî nûnerê welatekî ku di van salên dirêj de gelek êş kişandiye, me birayên xwe yên Sûriyeyî li Tirkiyeyê mêhvan kirin.

Ez hêvî dikim û bahwer im ku paşeroja Sûriyeyiyan dê baştir be. Ez ji serkirdayetî û gelê wan re serkeftinê dixwazim.

Rûdaw: Ma hûn çaverê dikin ku welatên endam dorpêçên li ser Sûriyeyê rakin?

Ahmet Yildiz: Erê, ez di vê mijarê de geşbîn im. Gelek welat vê mijarê ji nû ve dinirxînin û pêdivî û hewcehî gelekî eşkere ne. Performansa birêvebiriya nû di warê aştiya navxweyî û têkiliyên navneteweyî de di rêyeke rast de diçe.

Ji ber vê yekê ez bawer im ku divê hemû ev dorpêç bên rakirin. Ez difikirim ku gelek welat dê di vê rêyê de gavan biavêjin.

Rûdaw: Gelekî spas Birêz Balyoz.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst