Ukrayna: Di êrişên Rûsyayê de 2 kes mirin, 54 kes birîndar bûn

24-04-2025
Nîşan Rûsya Ukrayna Şer Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ukraynayê ragihand ku di êrişên Rûsyayê yên li Kyivê de 2 kes mirine, 54 kes birîndar bûne.

Serwîsa Rewşên Bilez a Ukraynayê ragihand ku Rûsyayê berê sibehê çend caran êrişî Kyiva paytext kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, di van êrişan de 2 kes hatine kuştin û 54 kes birîndar bûne.

Tîmên Serwîsa Rewşên Bilez a Ukraynayê piştî êrişê xebatên xwe yên li herêmê didomînin.

Serokê Şaredariya Kievê Vitali Klitschko di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî de got ku gelek herêmên paytextê ji êrişan bandor dîtiye.

Wî diyar kir ku 38 birîndar sewqî nexweşxaneyan hatine kirin û 16 kes jî li cihê bûyerê hatine dermankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst