Hewlêr (Rûdaw) - Li Osloyê Pêşangeha Dengê Şingalê hat vekirin û panelek jî li ser rewşa Şingalê hat lidarxistin.
Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê yê ji bo Kurdên Êzidiyan Xelef Şingalî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku li Osloyê pêşangeheke li ser Şingalê bi navê Dengê Şingalê hat vekirin û tê de rewşa Şingalê hat gotûbêjkirin.
Xelef Şingalî diyar kir ku pêşangeh ji aliyê Navenda Nobelê hatibû birêxistin û ew beşdarî paneleke taybet a li ser rewşa Şingalê bûye.
Şingalî destnîşan kir ku wan di panelê de behsa girîngiya darizandina çekdarên DAIŞê kiriye û got:
“Dabînkirina dadperweriyê ya ji bo qurbaniyên destê DAIŞê jî hat gotûbêjkirin.
Ev yek ne tenê di berjwendiya Êzidiyan de ye her wiha di berjewendiya hemû pêkhateyan de ye.”
Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê da zanîn ku wan behsa girîngiya vejandina Şingalê jî kiriye û anî ziman:
“Li ser çareseriya pirsgirêkan hevahengiya Hewlêr û Bexdayê jî mijareke din bû.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse