Dîlan Yeşîlgozê koalîsyona bi Geert Wilders re red kir

24-11-2023
RÛDAW
Nîşan Dîlan Yeşîlgoz Holenda Geert Wilders
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Seroka VVDyê Dîlan Yeşîlgozê piştî serkeftina Partiya Azadiyê ya ku Geert Wilders serokatiya wê dike axivî û diyar kir ku ew dê tifaqekê pêk neyînin.

Holenda ji bo hilbijartina endamên nû yên Parlamentoya Holendayê çû ser sindoqan û li gorî encamên herî dawî Partiya Azadiyê bi ser ket.

Parlamentoya Holendayê xwedî 150 kursiyan e û ji bo avakirina hikûmetê jî pêwîstî bi piştgiriya 76 parlamenteran heye.

Partiya Azadiyê ji ber ku bi tena serê xwe hejmara pêwîst a parlementeran bi dest nexist ket nava lêgerînên koalîsyonê.

Partiya Gel ji bo Azadî û Demokrasiyê (VVD) bersiva neyînî da daxwaza koalîsyonê.

Seroka VVDyê Dîlan Yeşîlgozê diyar kir ku partiya wê beşdarî koalîsyoneke nû ya ku dê were avakirin nabe lê ew dikarin “ji derve” piştgiriyê bidin koalîsyonê.

Yeşîlgoz ji ajansa Holendî NOSê re axivî û diyar kir ku piştî ku Mark Rutte 13 salan serokwezîrî kir û dest ji erkê xwe kişand partiya wan dengên xwe kêm kirine.

Li gorî nûçeya DW Tirkiyê, Yeşîlgozê diyar kir ku partiya wê dê tifaqa navendî ya rastgir pêk bîne û ev jî tê wê wateyê ku “VVD piştgiriyê dide pêşniyariyan.”

Tê çaverêkirin ku hemû serokên komên parlementoyê, roja înê bi serokê parlementoyê re bicivin.

“Mîsyoneke lêgerînê” ku ji aliyê Geert Wilders ve hatiye destnîşankirin dê lêkolîn were kirin ka kîjan partî dikarin hevpeymaniyeke zêdetir ava bikin.

Serokê VVDyê Yeşîlgozê berî hilbijartinan diyar kiribû ku eger partiya wê bi ser bikeve dê bi Wilders re tifaqê bike lê eger Wilders bi ser bikeve dê bi wî re tifaqekê pêk neyînin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst