HOLENDA - Partiya Geert Wilders bi ser ket: Xelkê xwepêşandan kir

24-11-2023
RÛDAW
HOLENDA - Partiya Geert Wilders bi ser ket: Xelkê xwepêşandan kir
HOLENDA - Partiya Geert Wilders bi ser ket: Xelkê xwepêşandan kir
Nîşan Holenda Geert Wilders Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Utrechtê yê Holendayê li dijî serkeftina Partiya Azadiyê ya ku Geert Wilders serokatiya wê dike xwepêşandan hat kirin.

Xwepêşander hawar dikin û dibêjin “Hûn ne bi tenê ne” wek amajeyeke parastina mafên hemû kesên ku li Holendayê dijîn.

Tirsa wan heye ku Partiya Azadiyê ya dijî koçberan û Îslamê û Yekîtiya Ewropayê desthilatê bi dest bixe.

“Dixwaze xelkê dûr bixe”

Xwepêşander Nicol Zonder Hausê anî ziman:

“Vê encamê ez şok kirim û bi rastî em hest bi tirsê jî dikin ku kesekî tundrew bikare evqas deng bi dest bixe, kesekî ku dixwaze xelkê dûr bixe.”

Penaber Cûdî Karacoliyê jî got:

“Ez bi xwe ji Sûriyeyê hatime û ez vî hestî baş dizanim ku çawa li welatekî ji ber şer û pevçûnê mirov bireve û were welatekî aram.

Niha ez hest bi aramiyê nakim û hest dikim ku beşekî zêde yê Holendiyan dixwazin em vê derê bicih bihêlin.”

Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinên pêşwext ên Parlemantoya Holendayê, Partiya Azadiyê ya rastgir piraniya deng û kursiyên parlemantoyê bi dest xistin ku 37 kursî ne û ev jî şansê serokê partiyê Geert Wilders daku bibe serokwezîrê Holendayê zêde dike.

Ew siyasetmeadar di dema propagandaya hilbijartinan de ragihand ku di encama serkeftina wan de ew dê ji bo referandûmeke derketina ji Yekîtiya Ewropayê, rawestandina bi temamî ya penaxwazan û vegerandina hemû koçberan bixebite.

“Ev min ditirsîne”

Penaberê Misirî Ehmed Hesen jî anî ziman:

“Ez ji bo azadî û qebûlkirinê hatime. Ez hatime cihekî ku tê de her kes bikare tiştên ku jê hez dikin, bikin.

Ez partiyekê dibînim ku dixwaze vê diyardeyê kêm bike, ev min ditirsîne.”

Serkeftina partiyeke li dijî koçberan, di demekê de ye li gorî amarên fermî ji tevahiya 17 milyon û 600 hezar şêniyên wî welatî, 2 milyon û 600 hezar ji wan penaber in û ji sedî 5ê nişteciyên wî jî Misilman in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst