Gund di bin axê de ma: Herî kêm 100 mirî

24-05-2024
RÛDAW
Nîşan Papûa Gîneya Nû Hezîna Axê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Papûa Gîneya Nû di encama hezîna axê de herî kêm 100 kes mirin.

Li gorî ajansa fermî ya Awistralyayê (ABC), li gundê Kaokalamê yê parêzgeha Engayê ya Papûa Gîneya Nû berdestê sibehê saet derdora 03:00an erd heziya.

Di encama erdhezînê de gund di bin axê de ma.

Li gorî zanyariyan, di hezîna axê de herî kêm 100 kesî canê xwe ji dest daye.

herwiha metirsî heye ku hejmara miriyan zêde bibe.

Heta niha ji aliyê rayedarên Papûa Gîeneya Nû ti amarên fermî nehatine belavkirin.

Serokwezîrê Papûa Gîneya Nû James Marape ji malbatên kesên ku di kareasta hezînê de jiyana xwe ji dest daye re sersaxî xwest.

James Marape da zanîn ku li gund xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst