Li Sûdanê agirbest hat ragihandin

25-04-2023
RÛDAW
Nîşan Sudan Agirbest Antony Blinken
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Aliyên nakok ên li Sûdanê li ser agirbesteke bo 3 rojan ku îşev nîvê şevê dest pê dike li hev kirin.

Ev nûçe ji aliyê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ve hat ragihandin.

Blinken di daxuyanîya ku da de derbarê mijarê de wiha got: "Piştî muzakereyên dijwar ên 48 saetên dawî, Hêzên Çekdar û Hêzên Piştgiriya Bilez (HDK) yên Sûdanê li hev kirin ku ji nîvê şevê pê ve agirbesta li seranserê welêt pêk bînin. Agirbest dê 72 saetan bidome."

Ji roja 15ê vê mehê ve şer û pevçûn di navbera Artêşa Sûdanê bi serokatiya Ebdulfetah Burhan û Hêzên Piştevaniya Bilez (RSF) bi serokatiya Mihemed Deqlo berdewam in, heta niha 427 kes hatine kuştin, 3 hezar û 700 kesên din jî birîndar bûne.

Li Sûdanê 9 roj in şer berdewam e, di wî şerî de bi sedan kes hatine kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne. Herwiha mal û mulkên hejmareke welatiyên Rojavayê Kurdistanê li wi welatînê hatin talankirin û Ji destpêka şer ve heta niha 11 welatiyên Sûrî jî hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst