Li Xezeyê şer gur dibe: Blinken daxwaza agirbestê red kir

05-11-2023
RÛDAW
Nîşan Antony Blinken Welatên Ereb Xeze Îsraîl Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Antony Blinken di civîna li gel wezîrên karên derve yên çend welatên Ereb de, daxwaza wan a agirbestê ya di navbera Îsraîl û grûpên çekdar ên Filistînê de red kir.

Amerîka û welatên Ereb li ser şerê Xezeyê nakok in.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, li gel wezîrên karên derve yên Erebistan Siûdî, Misir, Urdin, Îmarat û Qeterê li Emana paytexta Urdinê civiya.

Piştre di civîneke çapemeniyê de, wezîrên karên derve yên welatên Ereb ji Blinken xwest ku guvaşê bixe ser Îsraîlê da ku bi agirbestê razî bibe.

Blinken pêşniyara welatên Ereb red kir

Blinken diyar kir ew pêşniyar tenê di berjewendiya Hemasê de ye û agirbest rê li ber wan xweş dike da ku xwe organize bikin û zêdetir êrişî Îsraîlê bikin.

"Agirbest rê dide ku Hemas kiryarên xwe dûbare bike"

Blinken got: “Ew nerîna me ye, agirbest, Hemasê li cihê wê dihêle, rê dide wan xwe organize bikin û .”

Ji destpêka şerê Hemas û Îsraîlê ve ev cara duyem e ku Blinken diçe serdana welatên Rojhilata Navîn.

Roja 7ê Çiriya Pêşînê çekdarên Hemasê ji çend aliyan ve êrişî navçeyên başûrê Îsraîlê kir û herî kêm hezar û 400 kes kuştin û zêdeyî 240 kesên din jî dîl girtin.

Artêşa Îsraîlê ji 7ê Çiriya Pêşînê ve, wekî bersivekê Xezeyê bombebaran dike û çendîn car jî hêzên operasyonên taybet ji bejahiyê ve çûne nav Xezeyê.

Li gorî berpirsên tenduristiyê yên Filistînê, di wan êrişan zêdetirî 9 hezar û 500 Filistînî hatine kuştin.

Bilindbûna hejmara qurbaniyên sivîl, daxwazên ragihandina agirbestê û bi dawîanîna şer zêdetir kirine lê heta niha Îsraîl û Amerîkayê ev daxwaz red kirine.

Li aliyê din 3yê Çiriya Paşînê di civîneke navbera Blinken û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu de, Blinken pêşniyara agirbestê kiribû lê Netanyahu red kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst