Wezîrên Derve yên Amerîkayê û Tirkiyê civiyan

21-06-2023
Ferdî Sak
Nîşan Hakan Fîdan Antony Blinken
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û bi hevtayê xwe yê Amerîkî Antony Blinken re civiya.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan îro Çarşemê 21ê Hezîrana 2023an li London a paytexta Brîtanyayê bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re beşdarî konferanseke taybet a li ser Ukraynayê bû. Ev yekem civîn e Hakan Fîdan piştî ku di kabîneya nû ya Hikûmeta Tirkiyê de bû Wezîrê Derve ligel Antony Blinken pêk bîne.

Li gor zanyariyan endamtiya Swêdê ya di NATOyê mijara sereke ya vê civînê bûye.

Ji bilî Tirkiyê, Macaristanê jî hîn endamtiya Swêdê ya ji bo NATOyê pesend nekiriye. Amerîka û welatên rojava berî civîna lûtkeya NATOyê ya di 11-12ê Tîrmehê de ya li Vîlnus a paytexta Lîtvanyayê hewl didin ku Tirkiyê ji bo endamtiya Swêdê ya NATOyê razî bikin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê herî dawî 8ê Hezîrana 2023an peywendiyeke telefonî bi Hakan Fîdan re danîbû û wezîrtiya wî pîroz kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst