Namzedê Kurd ê Serokwezîriya Afrîkaya Başûr: Mehmet Vefa Dag

23-05-2024
RÛDAW
Nîşan Mehmet Vefa Dag Namzedê Serokwezîriyê Komara Afrîkaya Başûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kurdekî ji Bakurê Kurdistanê li herêma Western Capeyê ya Afrîkaya Başûr bûye namzedê serokwezîriyê.

Mehmet Vefa Dag diyar dike ku ew li hemberî zordariyê bûye namzed.

28 milyon dengdarên Komara Afrîkaya Başûr ji bo hilbijartina serokkomarê nû, serokwezîrên eyaletan û endamên parlamantoyê dê biçin ser sindoqan.

Hilbijartin dê 29ê Gulanê bên lidarxistin.

Kurdekî ji bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê yê bi navê Mehmet Vefa Dag bûye namzedê serokwezîriyê yê eyaleta Western Capeyê ya Afrîkayê Başûr.

Mehmet Vefa Dag li ser armanc û çîroka xwe ya derketina ji Wanê heta çûna Afrîkayê Başûr û siyasetê ji Rûdawê re axivî.

Dag aşkere kir ku ew sala 1973an li navçeya Çaldiranê ya Wanê ji dayik bûye û sala 2001ê çûye Afrîkaya Başûr.

Mehmet Vefa Dag bûye namzedê serokwezîriyê yê eyaleta Western Capeyê ya Afrîqayê Başûr

Li gorî gotina Mehmet Vefa Dag, ew ji bo fêrbûna Înglîzî çûye Western Capeyê û ji wê derê hez kiriye û li wir bi cih bûye.

“Ez sala 2006an bûm welatiyê Afrîkkaya Başûr”

Mehmet Vefa Dag li ser çîroka jiyana xwe wisa got:

“Ez mezûnê Lîseya Îmam Hatîbê me.  Min sala 1998an xwendina xwe li Zanîngeha Uludagê Fakulteya Zanistên Aborî û Îdarî bi pileya yekem qedand.

Ez heman salê ketim azmûna qeymeqamtiyê.

Tevî ku ez di qonaxa yekem a azmûnê de derbas bûm jî ji ber ku ez 'xwendekarê Îmam Hatîp'ê bûm di qonaxa duyemîn de hatim dûrxistin.

Ez sala 2001ê ji bo fêrbûna Îngilîzî hatim Afrîkaya Başûr û min biryar da ku li vir bijîm.

Ez sala 2006 bûm hemwelatiyê Afrîkaya Başûr. Hevjîna min Endonezyayî bû.

Wê ji ber pençeşêrê koça dawî kir. 3 zarokên min hene. Zarokên min li Endonezyayê dijîn.

Li vir ji bilî siyasetê bi bazirganiyê re jî mijûl dibim. Ez bazirganiya tekstîl û hêkan dikim.”

Mehmet Vefa Dag bûye namzedê serokwezîriyê yê eyaleta Western Capeyê ya Afrîqayê Başûr

Mehmet Vefa Dag amaje bi wê yekê kir ku ew li gorî felsefeya wî ya jiyanê nabe li hemberî zordariyê bêdeng bimîne.

Ew yek ji xwendekarên Necmettîn Erbakan bûye û bi saya wî fêrî gelek tiştan li ser jiyanê û siyasetê bûye.

Li gorî gotina Mehmet Vefa Dag ew ji ber zordarî û neheqiya li herêma Western Capeyê bûye namzedê serokwezîriyê. 

“Zilm û zordarî heye”

Mehmet Vefa Dag eşkere kir ku li herêma Western Capeyê neheqî û zilmeke zêde heye.

Dag amaje bi wê yekê kir ku di xebatên hilbijartinê de ew gelekî pêşketine û 29ê Gulanê ew wisa bawer dike ku dê bibe serokwezîrê Western Capeyê.

 

Mehmet Vefa Dag bûye namzedê serokwezîriyê yê eyaleta Western Capeyê ya Afrîqayê Başûr

Li gorî gotina Mehmet Vefa Dag li Afrîqaya Başûr, di warê aborî de zilm tê kirin û komekê dest daniye ser mafê xelkê herêmê.

Navê partiya Mehmet Vefa Dag Land / Zevî ye ku 110 partiyên siyasî di bin sîwana wê de bûne yek.

Ew lmafên hejaran diparêze û girîngiyê dide geşepêdana aboriyê, pêşxistina cotkariyê.

Partiya Landê dixwaze ku destûra bingehîn biguherîne da ku mafên milkiyetê li Afrîqaya Başûr xurt bike û zeviyên ku hatine desteserkirin radestî hejaran bike.

“Xerciyên hilbijartinê ji kîsî xwe dikim”

Di heman demê de ew plan dike ku bacên li ser sermayê, wekî baca destkeftiyên sermaye, baca veguhastinê û baca milkê jî betal bike.

Mehmet Vefa Dag, da zanîn ku dema xebatên xwe yên hilbijartinê rastî zehmetiyên aborî hatiye û hemû mesrefên xwe bi xwe dike.

Eger hinek hêza me ya aborî hebûya û li seranserê welêt beşdarî hilbijartinan bibûna, ez dikarim bi hêsanî bibim serokkomarê welêt.

Mehmet Vefa Dag bûye namzedê serokwezîriyê yê eyaleta Western Capeyê ya Afrîqayê Başûr

Xebatên Partiya Landê

Partiya Landê sala 2019an beşdarî hilbijartinên giştî bû lê nekarî ti kursiyekê bi dest bixe.

Partiya Landê di hilbijartinên şaredariyan yên Kanûna Paşîna 2020an de Şaredariya Overstrandê bi dest xist.

Li Kongreya Neteweyî ya Afrîqayê jî partiyê kursiyek bi dest xist.

Partiya Landê eşkere dike ku ew soza azadiyê didin xelkê.

Partiya Landê sozê dide xelkê ku armanca wê avakirina sîstemeke ku hemû xelk azad bin û wekhevî di navbera her kesî de hebe.

Mehmet Vefa Dag bûye namzedê serokwezîriyê yê eyaleta Western Capeyê ya Afrîqayê Başûr

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst