133 kes hatibûn kuştin: Putîn daxuyaniyeke tund da

23-03-2024
RÛDAW
Nîşan Vlamdir Putîn Êrişa Li Moskowê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê li ser êrişa çekdarî ya li Moskowê got, “Em dê tawanbaran ceza bikin û  ew nikarin yekîtiya me têk bidin.”

Li Moskowa paytexta Rûsyayê doh êvarê li saloneke konserê êrişa çekdarî hat kirin.

Komîteya Lêkolînê ya Rûsyayê ragihand ku di êrişa li Moskowê de hejmara kesên ku canê xwe ji dest daye bûye 133 kes.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn li ser êrişa çekdarî ya li Moskowê daxuyaniyek da.

Putîn êriş wekî “çalakiyeke terorîstî ya bi xwîn û hovane” bi nav kir û diyar kir ku tevî zarokan, gelek mirovên bêguneh canê xwe ji dest da.

Putîn diyar kir ku dê piştgiriyê bidin malbatên qurbaniyan û anî ziman:

“Ez ji hemû kesên ku xizm û hevalên xwe ji dest daye re ji dil sersaxiyê dixwazim.

Hemû welat û hemû gelê me bi we re di nava êşê de ne. Ez 24ê Adarê wekî roja şîna neteweyî radigihînim.”

Putîn diyar kir ku ji bo têkoşîna li dijî terorê Moskow jî di nav de li hemû herêmên Rûsyayê tedbîrên zêde hatine wergirtin û got:

“Niha ya girîng ew e ku kesên li pişt vê komkujiya bi xwîn sûcekî nû nekin.”

“Êrişkaran hewl dida birevin Ukraynayê”

Putîn li ser lêkolînên bûyerê agahî dan û da zanîn:

“Her 4 kesên ku rasterast sûcdarên êrişa terorê yên ku gule berdan mirovan û qetil kirin hatin desteserkirin.

Wan hewl dida ku birevin û ber bi Ukraynayê ve diçûn. Li gorî agahiyên destpêkê, ji aliyê Ukraynayê ve pencereyek (ji bo terorîstan) hatiye amadekirin da ku derbas bibin.”

Putîn diyar kir ku bi giştî 11 kes hatine desteserkirin û got:

“Servîsa Ewlehiya Federal a Rûsyayê û ajansên din ji bo naskirin û eşkerekirina hemû kesên ku veguhastina terorîstan, cihên ku çek û cebilxane lê veşartine, rêyên wan revê plan kirine û alîkariya wan kirine dixebitin.”

Putîn bal kişand ser wê yekê ku hemû hûrgiliyên êrişê dê werin eşkerekirin û got:

“Em rastî êrişeke terorîstî ya bi hûrî hatibû plankirin û komkujiyekê hatin. Sûcdaran bi xemsarî û qestî welatî û zarokên me ji nêzîk ve gulebaran kirin û kuştin.

Wan wekî Naziyên ku li ser axên dagirkirî komkujî dikirin plan kiribû ku kiryareke xwînî ya tirsandinê kuştineke şovenî bikin.”

Putîn destnîşan kir ku her kesê ku di êrişê de cih girtiye dê were cezakirin û got:

“Em dê her kesê ku li dijî Rûsyayê û gelê me ev êriş amade kiriye û li pişt terorîstan rawestiyane, tespît bikin û ceza bikin.

Ez dubare dikim, em dê her kesê ku ev derbe, ev zilma li dijî Rûsyayê û gelê me amade kiriye û li pişt terorîstan rawestiyane, diyar bikin û ceza bikin.”

Putîn herwiha diyar kir ku terorîst wekî însan nayên hesibandin û neteweya wan jî nîne û got:

“Paşeroja wan jî nîne. Erka me ya hevpar a niha ew e ku em bi hev re bin, bi hevalên xwe yên ku li eniyê şer dikin û bi hemû welatiyên xwe.

Ez bawer dikim ku dê wisa be, ji ber ku ti kes û tiştek nikare yekîtî û îradeya me, biryardarî û wêrekiya me, hêza gelên yekbûyî yên Rûsyayê bihejîne.”

DAIŞê girt ser xwe

DAIŞê berpirsiyariya êrişê girt ser xwe û îdia kir ku çekdarên wan ew êrişa li salona Krasnogorskê ya konserê ya Moskowê pêk aniye.

DAIŞê derbarê êrişê de li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyaniyek belav kir û got:

“Çekdarên Dewleta Îslamî li bajarê Krasnogorskê yê li derdora Moskowa paytexta Rûsyayê êrişî civateke mezin a Xirîstiyan kir, bi sedan kes kuştin û birîndar kirin û wêraniyeke mezin pêk aniye û vegeriyane baregehên xwe.”

Êrişa li Moskowê

Li salona konserê ya bi navê Crocus City Hallê ya li Moskowa paytexta Rûsyayê êvara 22yê Adarê êrişeke çekdarî pêk hat.

Li gorî dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine belavkirin, tê dîtin êrişkarên bikamûflaj li salona konserê guleyan direşînin.

Servîsa Ewlehiya Federal a Rûsyayê ragihandibû ku li gorî zanyariyên destpêkê, di êrişa terorîstî de 40 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Her wiha Wezîrê Tenduristiyê yê Rûsyayê Mikhail Murashko ragihand ku 115 kes birîndar bûne ku birînên 60 kesî ji wan giran in.

Li ser banê salona konserê şewat derket û bi sedan tîm ji bo vemirandina şewatê çûn cihê bûyerê.

Li Moskowê hemû çalakiyên gel ên dawiya hefteyê hatin betalkirin.

Herwiha ji bo lêkolîna êrişa terorî grûpeke lêkolînê hatiye avakirin.

Li aliyê din Servîsa Parastina Neteweyî ya Federal a Rûsyayê (Rosgvardiya) ragihand ku operasyona girtina kesên ku êrişa çekdarî pêk aniye dewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst