Leşkerekî Tirkiyeyê mir û 11 leşker jî birîndar bûn

22-08-2024
RÛDAW
Nîşan Qibris Leşkerên Tirkiyeyê Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku di qezaya ku li Qibrisê qewimî de leşkerekî wî welatî mir û 11 leşkerên din jî birîndar bûn.

Wesayîta leşkerî ya ku ji Akçayê diçû Guzelyurtê, piştî ku li otomobîla di heman rêyê de diçû qelibî, ji rê derket û wergeriya.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derbarê qezayê de daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniyê leşkerekî Tirkiyeyl mir û 11 leşkerên din jî birîndar bûn.

Leşkerê ku di qezayê de mirî navê wî Ugurcan Işik e û bi eslê xwe xelkê Meletiya Bakurê Kurdistanê ye.

11 leşkerên ku di qezaya trafîkê de birîndar bûne jî niha li nexweşxaneyan tên dermankirin.

Li aliyê din, derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst