Hewlêr (Rûdaw) - Polîsê Hindistanê ragihand, komekê tecawizî 2 jinan kiriye ku yek ji wan geştyareke Îsraîlî ye û geştyarekî mêr jî hatiye kuştin.
Li gorî nûçeya rojnameya Hindustan Timesê, komeke geştyaran a 5 kesî ji bo geştê çûbû cihekî nêzî herêmeke Mîrasê ya UNESCOyê ya li başûrê welêt û di nav wan de geştyareke 27 salî ya Îsraîlî jî hebû.
Dema wan bi şevê li stêrkan temaşe dikir 3 êrişker nêzîkî wan bûne û ji wan pere xwestine.
Pişt re di navbera her du aliyan de nîqaş derketiye.
Piştî nîqaşê êrişkeran geştyarên mêr avêtiye coyeke avê ya nêzik û tecawizî geştyara Îsraîlî û jina Hindistanî ya xwediya mala ku geştyar lê diman kiriye.
Geştyarê mêr di coya avê de xeniqiye.
Polîs da zanîn ku êrişker bi tohmeta hewldana kuştinê, tecawiz û talankirinê hatine desteserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse