Serokwezîrê Belçîkayê ji Rûdawê re: Beşdariya Îranê di şerê Ukraynayê de zelaltir bûye

21-10-2022
Ala Şalî
Ala Şalî
Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo
Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo
Nîşan Alexander De Croo Belçîka Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Belçîkayê li Brûkselê bersiva pirsên Rûdawê da û diyar kir ku heger pakêteke din a cezayên bi ser Îranê de were sepandin, ew dê bi tevahî piştgiriyê bidin. Wî got ku tepeserkirina Îranê li dijî gelê xwe û beşdariya wê di şerê Ukraynayê de ku "her ku diçe zelaltir û zelaltir dibe", nayê qebûlkirin.

Serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê du roj in li ser qutkirina girêdayîbûna aborî ya bi Çînê re, piştgirîkirina Ukrayna û cezakirina Îranê ji ber "beşdariya" wê di şerê Ukraynayê de li Brukselê nîqaşan dikin.

Ew welatên Yekîtiya Ewropayê dibêjin divê êdî ew Çînê bêtir wekî hevrikekê bibînin.

Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo anî ziman, “Li gorî min divê em wek welatên Yekîtiya Ewropayê bertek nîşanî kiryarên Îranê bidin.”

Peyamnêrê Rûdawê ji hinek berpirs û serkirdeyên beşdar di civînê de pirsa Îranê kir. Ji bilî Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo, Serokwezîrê Estonyayê Kaja Kallas jî got, “Bê guman em ji rewşa mafên mirovan li Îranê nîgeran in û bê guman em dê îro li ser vê mijarê û gavên xwe yên bê gotûbêjan bikin.”

Serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê duh Pêncşemê li ser krîza enerjiyê ya ku piştî şerê Rûsya û Ukraynayê bandor li welatên wan kiriye gotûbêj kirin. Yekîtîya Ewropayê siza bi ser Îranê de sepandibû ji ber ku firokeyên bê firokevan dide Rûsyayê.

Beşek ji serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê daxwaza sizayên zêdetir ji bo Îranê dikin û biryar e îro bi yekdengî kiryarên rayedarên Îranê yên li dijî xwepêşanderan şermezar bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst