Rûsya: Amerîka ji mirina Reîsî berpirsiyar e

21-05-2024
RÛDAW
Nîşan Rûsya Sergey Lavrov Îaran Îbrahîm Reîsî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûsyayê ragihand ku cezayên Amerîkayê yên li ser Îranê ewlehiya esmanî xistiye metirsiyê û helîkoptera Reîsî jî ji ber vê yekê ketiye.

Rûsyayê ji ber mirina Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî Amerîkayê tohmetbar kir.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov cezayên Amerîkayê yên li ser Îranê ewlehiya esmanî xerabtir dike û helîkoptera ku Reîsî tê de bûye dibe ku ji ber vê yekê ketibe.

Lavrov got, “Sizayên Amerîkayê ku peydakirina parçeyên yedek ên balafiran jî li xwe digire, ewlehiya esmanî ya Îranî xerabtir dike.”

Piştî şerê Ukraynayê sektora esmanî ya Rûsyayê jî bi heman sizayan re rû bi rû ye.

Ji ber vê yekê kompanyayên Rûsî yên ku di fîloyên wan de balafirên Amerîkî û Ewropî mecbûr dimînin ku hineke balafirên xwe parçe bikin û parçeyên wan ji bo balafirên din bi kar bînin.

Helîkoptera cureya Bell 212 ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî tê de ji aliyê Amerîkayê ve hatiye çêkirin û temenê wê ji 40 salî zêdetir e.

Di helîkopterê de teknolojiyên radar û ragihandinê yên nûjen jî tune bûn.

Li Îranê ji bo ku sedema ketina wê helîkopterê were zanîn lêkolîn tê kirin.

“Sûcê Amerîkayê ye”

Li aliyê din, Wezîrê Karên Derve yê berê yê Îranê Cewad Zarîf jî diyar kir ku ji ber cezayan ew nikarin xwe bigihînin parçeyên yedek ên balafirên ku ji aliyê welatên rojavayî ve hatine çêkirin.

Herwiha Zarîf ragihand ku ji ber heman cezayan ew nikarin balafir û helîkopterên modern bikirin.

Zerîf ev qeza wekî "yek ji sûcên Amerîkayê yên li dijî gelê Îranê" bi nav kir.

Beriya Şoreşa Îslamê ya 1979an Îranê ji amerîkayê gelek balafir kirîbûn.

Amerîka piştî şoreşê li ser Îranî dest bi cezayan kiribû.

Çi bûbû?

Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev 19ê vê mehê li ser sînorê Îranê û Azerbeycanê bi merasîmeke fermî bendavek vekiribû.

Piştî merasîmê di rêya vegerê de helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li herêma Culfayê ya Tewrêzê ketibû.

Ji ber şer û mercên xerab ên hewayê karên lêgerînê bi zehmetî dihatin kirin.

Enqaza helîkopterê doh (piştî ketina wê 15 saetan) bi dronan hat tesbîtkirin û derket holê ku li cihê enqaza helîkopterê ti nîşaneyên jiyanê nînin.

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku kes ji qezayê bi saxîtî nefiliye.

Kî û kî mirine?

Piştre hat ragihandin ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Melayê Înê yê Tewrêzê Ayetulah El Haşim û Parêzgarê Azerbeycana Rojhilat Melîk Rehmetî canê xwe ji dest daye.

Li hêla din 2 rayedarên leşkerî yên pilebilind ên Supaya Pasdaran û 3 muretebat jî di heman helîkopterê de mirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst