Neteweyên Yekbûyî: HSDê par 637 zarok çekdar kirine

30-06-2023
RÛDAW
Nîşan Neteweyên Yekbûyî HSD Çekdarkirina Zarokan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di raporta xwe ya dawî ya derbarê bikaranîna zarokan di şerê Sûriyê de, Neteweyên Yekbûyî dibêje, her çend rewşa wî welatî ber bi aramiyê ve diçe lê çekdarkirina zarokan zêde bûye û HSDê sala par 637 zarok çekdar kirine.

Neteweyên Yekbûyî raporta xwe ya salane ya li ser bikaranîna zarokan di şer û çekdarkirina bi darê zorê de belav kir û amaje bi wê kir ku piraniya grûpên çekdar ên li Sûriyê di şerê 12 salan de zarok bikar anîne û ew neçar kirine ku çek hilgirin.

Li gorî raporê, di sê salên borî de li Sûriyê hejmara zarokên ku bi zorê ji aliyê grûpên çekdar ve hatine çekdarkirin zêde bûye. Di sala 2020an de 813 zarok, di sala 2021an de hezar û 296 û di sala 2022an de jî hezar û 696 zarok hatine çekdar kirin.

Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe de gotiye, di nav komên çekdar ên ku zarok tevî refên xwe kirine de hevpeymanê sereke yê Amerîkayê li Sûriyê di şerê li dijî DAIŞê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî heye.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî sala borî 637 zarok ji aliyê HSDê û komên nêzîkî wê ve hatine çekdarkirin.

NY dibêje 611 zarok jî ji aliyê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê ya ku Tirkiyê piştgiriya wê dike ve hatine çekdarkirin. Her wiha 383 zarok jî ji aliyê Tehrîr El Şam ve hatin çekdarkirin.

Di raporê de behsa 25 zarokên çekdar ên artêşa Sûriyê û grûpên çekdar ên nêzîkî hikûmetê jî tê kirin.

Rêveberê Giştî yê Rêxistina Sivîl a Sûriyê ji bo Rastî û Dadperweriyê Besam Ehmed ragihand ku zarok li seranserî Sûriyê têne çekdarkirin.

Besam Ehmed diyar kir hin ji wan zarokan bi zorê têne çekdarkirin, hinekên din jî neçar in ku çekan hilgirin ji ber rewşa xirab a aborî ya malbatên xwe. Hinek jî ji ber îdeolojî yan jî ji ber têkiliyên malbatî û eşîrî bûne çekdar. Di hin rewşan de, zarok di şerê li derveyî Sûriyê de têne bikaranîn.

Di sala 2019an de HSDê bi Neteweyên Yekbûyî re peymanek îmze kir û soz da ku dawî li çekdarkirina kesên di bin 18 saliyê de bîne. Ji bo vê armancê gelek ofîsên parastina zarokan li deverên di bin kontrola xwe de vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst