Joe Biden: Newroz dema nûbûn û jidayikbûnê ye

20-03-2024
RÛDAW
Nîşan Joe Biden Newroz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Joe Biden bi boneya Newrozê peyamek belav kir û got: “Newroz dema hizirkirin, nûbûn û ji nû ve jidayikbûnê ye."

Serokê Amerîkayê Joe Biden bi minasebeta Newrozê peyamek belav kir.

Di peyama xwe de Biden got, "Îro Ez û Jill (Xanima yekem a Amerîkayê) pîrozbahiya Newrozê li milyonan xelkê cihanê dikin ku Newrozê pîroz dikin."

Herwiha Joe Biden derbarê Newrozê jî de dibêje, "Newroz dema hizirkirin, nûbûn û ji nû ve jidayikbûnê ye."

Li aliyê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî li ser hesabê xwe yê Xyê Newroz pîroz kir.

Blinken got, "Newroz li wan hemû kesên pêşwaziya hatina bihar û destpêka nû dikin pîroz be.

Em bi hevre peywendiya malbatî û soza peywendiya paşerejeke geş biparêzin. "

 UNESCO: Cejna Newrozê ji aliyê 300 milyon kesî tê pîrozkirin

Rêvebera Ragihandina UNESCOyê Polina Huardê jî derbarê Newrozê de ji Rûdawê re axivî û got, “Cejna Newrozê ya 300 milyon kesî ye li cihanê.

Ev yek di demekê de ye ku hinek dezgehên medyayî yên Rojavayî weke cejna neteweya Fars pênas dikin.”

Herwiha Polina Huardê got, “Newroz li li nava gelek pêkhate û welatên din tê pîroz kirin û bi giştî jimareya kesên Newrozê pîroz dikin 300 milyon kes e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst