Maria Zakharova: Rêya başkirina rewşa Sûriyeyê diyalog e

10 demjimêr berê
Maria Zakharova / Wêne: Arşîv - Vîdeo: Rûdaw
Maria Zakharova / Wêne: Arşîv - Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Maria Zakharova Rûsya Sûriye Tehrîr El Şam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharovayê da zanîn ku ji bo rewşa Sûriyeyê asayî bibe çare diyalog e.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharovayê di konferanseke rojnamegeriyê de pirsa Tora Medyayî ya Rûdawê ya li ser rewşa Sûriyeyê bersivand.

Maria Zakharovayê eşkere kir ku dê normalbûn bi danûsitandinan bibe û divê rewş di demeke nêzîk de were asayîkirin.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê diyar kir, “Ji bo asayîbûna rewşê divê biryarnameya 2254an a taybet bi Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî bibe bingeh.”

“Divê ew paşeroja xwe ava bikin”

Gotebêjê derbarê pêkanîna hikûmeta bê ya Sûriyeyê got:

"Divê ji aliyê Sûriyeyiyan ve biryar li ser vê mijarê were dayîn û ne mijareke derve ye.

Sûriye welatek e ku dîrokeke wî ya kevnar heye û ezmûneke dirêj a bihevrejiyanê heye.

Divê ew paşeroja xwe ava bikin."

Maria Zakharovayê diyar kir, "Em helwesta xwe ya serweriya axa Sûriyeyê ducare dikin.

Yek ji erkên herî girîng jî parastina dezgehên dewletê ye da ku karên xwe bidomînin.”

“Pir girîng e ku mafên sivîlan werin parastin”

Zakharovayê xwest ku aramî û ewlehî “di dema herî nêzîk de” li Sûriyeyê vegerin û xwe lê berda:

“Pir girîng e ku were piştrastkirin ku dê hukim dê bi rêya qanûnê be, mafên sivîlan werin parastin û rê li ber tundî û xwînrijandina zêdetir were girtin."

Tehrîr El Şamê 8ê vê mehê Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kir.

Biryar hatiye dayîn ku Adara 2025an hikûmet bê avakirin û niha li Şamê hikûmetek “veguhêz” heye ku Tehrîr El Şam wê îdare dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst