Hewlêr (Rûdaw) - Li panayîra li eyaleta Oyoyê li başûrê Nîjeryayê 32 zarok ji ber îzdihamê mirin.
Komîserê Ragihandinê yê Oyoyê Prince Dotun Oyelade di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku doh li bajarê Ibadanê yê paytexta eyaletê di panayîra taybet de îzdiham çêbûye.
Oyelade diyar kir ku di nav hêwirzeyê de 32 zarok mirine û gelek zarokên din jî birîndar bûne.
Oyelade got ku birîndar veguhastine nexweşxaneyên li derdorê û lêpirsîna li ser bûyerê berdewam dike.
Parêzgarê Oyoyê Seyi Makinde ragihandibû ku derbarê bûyerê lêpirsînê dest pê kiriye û birêvebir û organîzatorên panayîrê hatine desteserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse