Almanyayê penaberên Kurd dersînor kirin: Kesekî astengdar jî heye

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Almanya Dersînorkirin Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Almanyayê çend kes dersînorî Îraqê kir ku Kurd jî di nav de hene.

Di nav kesên hatine dersînorkirin de kesekî astengdar jî heye.

Çalakvanê mafên mirovan Renc Pişderî ji Rûdawê re got:

“Dersînorkirin îro pêk hat û ew ji Balafirgeha Dusseldorfê şandin Balafirgeha Bexdayê.

Di nav wan kesên ku hatine vegerandin de hejmarek Kurd jî hene ku navê yekî Goran Husên e û astengdar e.”

Dersînorkirina Goran Husên li ser torên civakî bû sedema bertekan û Kurdên diyasporayê dilgiraniya xwe anîn ziman.

Renc Pişderî da zanîn ku ew par çûye serdana Goran Husên û wî jê re gotiye ku biryara dersînorkirina wî hatiye dayîn.

Goran Husên li bajarê Berlînê yê Almanyayê dijiya û xelkê Silêmaniyê ye.

Ew dê ji Bexdayê were Başûrê Kurdistanê.

Kesên hatine dersînorkirin mafê mayîna wan nîne û serlêdanên wan ên penaberiyê jî hatibûn redkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst