51 firokeyên şer ên Çînê ketin qada hewayî ya Taywanê

19-08-2022
RÛDAW
Nîşan Çîn Taywan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniyê ya Taywanê ragihand ku 51 firokeyên şer û 6 keştiyên şer ên Artêşa Çînê ketine "Herêma Parastina Hewayî" ya Taywanê.

Aloziya di navbera Çîn û Taywanê piştî serdana endama Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi ya Taywanê germtir bû.

Hat ragihandin ku 25 ji van firokeyên şer ên Çînê xeta navîn derbas kirine.

Wezareta Berevaniyê ya Taywanê diyar kir ku ew liv û tevgerên Çînê dişopînin û anî ziman “Ji aliyê me ve amûrên tevlîevkirina sînyalê hatiye çalakkirin û ji bo firokeyên ku qada hewayî derbas dikin re hişyarî hatiye şandin. Pergalên parastina hewayî hatine çalakkirin.”

Hat ragihandin ku di nav van pergalan de sîstema dijî firokeyên Sky Bow III û dij-firokeyên Dubermîl ên 35 mm hene.

Wezareta Berevaniyê ya Taywanê roja borî ragihandibû ku 21 firokeyên şer û 5 keştiyên şer ên Çînê ketine ADIZê û ragihandibû ku ji firokeyan 5an xeta navîn derbas kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst