Welatiyên 11 dewletên Ewropayê dê bêyî vîze bikarin biçin Çînê

11-05-2024
RÛDAW
Pêdiviya welatiyên 11 dewletên Ewropayê pê nîne ku serlêdana vîzeya Çînê bikin
Pêdiviya welatiyên 11 dewletên Ewropayê pê nîne ku serlêdana vîzeya Çînê bikin
Nîşan Çîn Vîze Welatên Ewropayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heta dawiya sala 2025an pêdiviya welatiyên 11 dewletên Yekîtiya Ewropayê pê nîne ku serlêdana vîzeya Çînê bikin.

Li gorî biryara nû ya Hikûmeta Çînê, welatiyên Holenda, Spanya, Swîsre, Macaristan, Îtalya, Îrlanda, Almanya, Fransa, Belçîka, Awisturya û Luksemburgê dikarin ji bo 15 rojan ji bo gerê yan serdana nas û xizman an jî ji bo karsaziyê bêyî vîze biçin Çînê.

Ev ew welat in ku pêwendiyên wan ên bazirganî yên xurt bi Çînê re hene.

Hin welatên din ên Ewropayê ji vê biryara Çînê nîgeran in û dixwazin welatiyên wan jî bikarin bêyî vîze derbasî Çînê bibin.

Wekî mînak, Wezîrê Aboriyê yê Portekîzê got ku wan bi fermî ji Çînê xwestiye ku wî deriyî ji wan re jî veke.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst