Brîtanya 20 hezar penaberên Efxanî werdigire

19-08-2021
RÛDAW
Nîşan Brîtanya Efxan Penaber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Brîtanya biryar daye 20 hezar penaberên Afxanî werdigire. Li gorî nûçeyên ku di medyaya wî welatî de belav bûne, wê Brîtanya di wergirtina penaberan de pêşekiyê bide keç û jin û pêkhateyan.

Rojnameya Times gotiye, ew kesên ku egera çewisandina wan û binpêkirina mafên wan heye wê berî herkesî bêne wergirtin. Di qonaxa yekemîn de wê di nava salekê de 5 hezar kes bêne wergirtin.

Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson got ku temamê wan Efxanên ku di 20 salên dawiyê de ji bo başkirina Efxanistanê li gel Brîtanya kar kirine û di nava wan de jî jin niha li hêviya alîkariya Brîtanya ne.

Wezîrê Navxwe ê Brîtanya Priti Patel jî got, "ew dixwaze misoger bike ku ewê alîkariya pêwîst bigihîne Efxanên herî muhtac û her tiştê pêwîst ji wan re bike ji bo li Brîtanya dest bi jiyaneke ewletir bikin.”

Îsal heta dawiya Hezîranê zêdetirî 2 hezar Afxanî li Brîtanya hatin bicîkirin.

Ji roja Şemiya derbasbûyî ve, Brîtanya 520 dîplomat, hemwelatiyên xwe û karmendên xwe ên Efxanî bi balafirên serbazî ji wî welatî derxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst