
Serokê Parlamentoya Ermenistanê Alen Sîmonyan û Parlamenterê Ermenistanê Kinyazê Hemîdê Fetî / Wêne: Taybet ji Rûdawê re hatiye şandin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şêwra Kurdên Ermenistanê Kinyazê Hemîdê Fetî ku endamê Parlamentoya Ermenîstanê ye, ji ber kar û xizmeta ku heta niha kiriye ji aliyê parlamentoyê ve hat xelatkirin.
Serokê Parlamentoya Ermenistanê Alen Sîmonyan roja rojbûna Kinyazê Hemîdê Fetî çû serdana mala wî ya li bajarê Abovyanê ku nêzîkî Rewana paytext e.
Alen Sîmonyan di serdana fermî de li gel silavên Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan plaketeke serfiraziyê li gel madalyeyeke zêr pêşkêşî parlamenterê Kurd kir.
Divê were gotin ku Kinyazê Hemîd çendek berê operasyoneke mezin û krîtîk a tenduristiyê kiribû lê di encama operasyonê de baş bûbû û gihîştibû siheta xwe.
Serdana fermî ya Serokê Parlamentoyê Alen Sîmonyan, piştî vê nexweşiyê pêk hat ku ev serdan ji aliyê malbatê ve wekî jest û qîmetdayîneke mezin hate nirxandin.
Kinyazê Hemîdê Fetî yê ku nêzîkî 30 salan e Serokatiya Şêwra Kurdên Ermenîstanê dike Kurdekî Brûkî ye û bav û kalên wî ji Serhedê, dorhêla Wanê koçî Ermenistanê kiriye.
Parlamenterê Kurd di 4-5 dewrên dawî de ji bo Meclîsa Ermenîstanê tê hilbijartin û ji ber ku kesê herî temenmezin e, di çend dewrên dawî de vekirina meclîsê bi axaftina wî dest pê dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse