Hewlêr (Rûdaw) - Meleyê yekem ê homoseksuel (hevzayend) Mele Muhsin Hendricks li Afrîkaya Başûr hat kuştin
Polîsê Afrîkaya Başûr ragihand, dema ku Mele Muhsin Hendricks di nav otomobîlê de bûye ji aliyê hinek kesên ku nasnameya wan nediyar ve bi çekê hatiye kuştin.
Polîsan diyar kir ku ew li ser sedema kuştinê lêkolîn dikin lê ew bi fikar in ku êrîş êrişeke nefretê be.
Komeleya LGBTI+ şermezar kir
Komeleya Navneteweyî ya Lezbiyen, Gay, Bîseksuel, Trans û Interseksê (ILGA World) daxuyaniyek belav kir û kuştina Mele Muhsin Hendricks şermezar kir.
Birêvebira ILGA Worldê Julia Ehrtê di daxuyaniyê de got:
"Wekî malbata ILGA Worldê me nûçeya kuştina Muhsin Hendricks bi şok û xemgîniyeke kûr bihîst.
Em daxwaz dikin ku rayedar vê bûyerê bi hûrgilî lêkolîn bikin."
Hat diyarkirin ku Hendricks di tevahiya jiyana xwe de ji bo mafên LGBTI+ û mijara Îslamê têkoşîn kiriye û ji bo parêzvanên mafên mirovan ên cîhanê bûye mînakek girîng.
Muhsin Hendricks kî ye?
Muhsin Hendricks 1967an li Cape Towna paytexta Afrîkaya Başûr ji dayik bû, di malbatek misilman de mezin bû.
Hendricks li Zanîngeha Îslamî ya Pakistanê Erebî û Hiqûqa Îslamê xwendiye.Di sala 1991ê de bi jinekê re zewicî û sê zarokên wî hebûn.
Lêbelê, ew di sala 1996an de ji hev cuda bûn û ragihand ku ew homoseksuel e.
Ev gotin bû sedem ku ew ji erkên xwe yên olî bê dûrxistin û li gel malbata xwe bikeve qonaxeke dijwar.
Di heman salê de rêxistina bi navê "The Inner Circle" damezrand û dest bi piştgiriya Misilmanên LGBTI+ kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse