Trump Meclisa Neteweyî ya Serdestiya Enerjiyê ava kir

16-02-2025
RÛDAW
Nîşan Meclisa Neteweyî ya Serdestiya Enerjiyê Donald Trump Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê biryara avakirina Meclisa Neteweyî ya Serdestiya Enerjiyê da ku Amerîka di warê hişê çêkirî de bikare li hemberî Çînê bi ser bikeve.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku divê Amerîka di hilberîna enerjiyê de li pêşiya hemû welatan be ku karibe enerjiya pêwîst ji bo bipêşketinên hişê çêkirî hilberîne û pêşbaziyê li gel welatên din bike.

Trump diyar kir, enerjiya ku ji bo bipêşketinên hişê çêkirî pêwîst e du qat ji ya niha zêdetir e.

Dema ku Trump biryara avakirina Meclisa Neteweyî ya Serdestiya Enerjiyê îmze kir, Wezîrê Karên Navxwe yê Amerîkayê Doug Burgum jî amade bû.

Doug Burgum diyar kir ku di warê hişê çêkirî de Amerîka li gel Çînê di pêşbaziyeke dijwar de ye û rêya yekem a ji bo bi serkeftinê hilberîna enerjiya zêdetir e.

Li gorî biryara Serokê Amerîkayê, Meclisa Neteweyî ya Serdestiya Enerjiyê dê ji danîna siyaseta bipêşxistinê û destûra bipêşketina çavkaniyên enerjiyê berpirsyar be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst