Kremlin: Putin û Erdogan peywendiyên Tirkiyê û Sûriyê gotûbêjkirin

16-01-2023
RÛDAW
Nîşan Vladimir Putin Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Serokayetiya Rûsyayê  Kremlînê ragihand, Serokê Rûsyayê Vlademîr Putin û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di peywendiyeke telefonî de behsa asayîkirina peywendiyên di navbera Şam û Enqerê de kirine.

Koşka Serokayetiya Rûsyayê Kremlînê îro roja Dûşemê 16ê  Çiileya 2023an bi daxuyaniyekê ragihand ku Serokê wî welatî Vlademîr Putîn û Serokkomarê Tirkiyê peywendiyeke telefonî pêkanîne.

Tirkiye ev demeke hewil dide bi navbeynkariya Rûsyayê piştî  derdora12 salan peywendiyên xwe yên têkçûyî ligel rejîma  Sûriyê asayî bike. Her bi vê armancê jî di 28ê Kanûna sala borî de şandên Sûriye, Rûsya û Tirkiyê ku ji Wezîrên Berevanî û berpirsên îstixbaretî  pêkdihatin li Mokowa paytexta Rûsyayê civîneke sêalî pêaknîbûn û pêngavên asayîkirina peywendiyên Şam û Enqerê berdewam in.

Li gor ku Kremlîn dibêje di peywendiya telefonî ya îro de de jî   Putîn û Erdogan derbarê asayîkirina peywendiyên Şam û Enqerê û nêzîkbûna herdû welatan de gotûbêj kirine.

Kremlînê herwiha ragihandiye pêşhatên dawî yên li navçeyê û  şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de, veguhastina dexlûdanê Rûsyayê bi rêya deryaya reş û avakirina navendeke gazê ji wan mijaran bûn ku Serokkomarê Tirkiyê û Serokê Rûsyayê gotûbêj  li ser wan kirine.

Bi gotina Kremlînê Putîn û Erdogan derbarê pevguherîna dîl û birîndarên şerê Ukrayna û Rûsyayê de gotûbêjkirine û Putîn di peywendiya telefonî de ji Erdogan re diyar kiriye ku agirbesta 36 demjimêrî ya Rûsyayê ya bi ku bi armanca pîrozbahiyên cejna Noelê hatibû ragihandin, ji aliyê Ukrayna û welatên Rojava ve hatiye red kirin.

Li aliyê din Serokkomnariya Tirkiyê jî her îro roja Dûşemê 16ê Çileya 2023an li ser peywendiya di navbera Putîn û Erdogan de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku di peywendiya telefonî de Serokkomarê Tirkiyê û Serokê Rûsyayê li ser veguhastina dexlûdanê Rûsyayê bo Tirkiyê û li Tirkiyê berhemanîna ard  ji wî dexlûdanî û şandina ard bo welatên Afrîkayê  gotûbêj hatine kirin.

Herwiha di daxuyaniya Serokkomariya Tirkiyê de hatiye gotin ku Erdogan ji Putîn re gotiye ku ew amade ne ji bo avakirina aşitiyeke mayinde di navbera Rûsya û Ukraynayê de bibin navbeynkar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst