Alîgirên Erdogan şahiyên serkeftinê lidar xistin

29-05-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan ‌Hilbijartin 2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ragihandina encamên destpêkê yên gera duyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê, bi hezaran alîgirên AK Partiyê herikîn kolanan.

Ew kêfxweş in, ku Serokê AK Partiyê û Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan wek 13emîn serokkomarê Tirkiyê, hatiye hilbijartin.

Xwendekar Hasan Ata got “Serokê me Recep Tayyip Erdogan bi ser ket û em gelekî kêfxweş in. Di demekê de ku welatê me di qonaxeke zehmet re derbas dibe, çi dibe bila bibe, em pêştir li welat û milletê xwe difikirin. Ji ber vê yekê, bextewar e yê ku dibêje ez Tirk im û bextewer im ku serokê me Recep Tayyip Erdogan e.”

Xwendekar Bilal Hacioglu dibêje “Tirkiye her wext Erdogan e. Îro dîsa ev hat îspatkirin. Eger sala 2028an dest ji kar bernede em ê dîsan biser bikevin, em ê dîsan biser bikevin.”

Di dîroka sed salî ya Tirkiyê de, cara yekemîn e hilbijartina serokkomariyê bo gera duyem dimîne.

Di navbera Recep Tayyip Erdogan û Serokê CHPê û berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu de hevrikiyeke tund hebû.

Recep Tayyip Erdoganê ku di gera yekem a 14ê Gulanê de %49.52ê dengan bidest xist, roja 28ê Gulanê zêdeyî %52.16ê dengan bidest xistin û bi serket.

Li hember wî jî Kemal Kiliçdaroglu di gera yekem de %44.88ê dengan bidest xistin û di gera duyem de jî %47.84ê dengan bidest xistin.

Muhammed Emin Ozbek allîgirê Erdogan diyar kir “Pênaseya hestan nayê kirin. Em ji dil ji wî hez dikin. Ev destpêkek e. Em ê heta deriyê Viyanayê biçin. Ez bang li hemû cîhanê dikim; em amade ne ji bo Recep Tayyip Erdogan bimrin. Bila hemû cîhan bizane.”

Di gera duyem a hilbijartina serokkomariyê de rêjeya beşdariya dengdanê %83.87 bû.

Bi tevahî 53 milyon û 841 hezar û 229 deng hatin dayîn û ji wan dengan 53 milyon û 158 hezar û 82 deng hatin qebûlkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst