Roja hevdîtina Putin û Erdogan diyar bû

03-09-2023
RÛDAW
Nîşan Vladimir Putin Recep Tayyîp Erdogan Soçî Hevdîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo hevdîtina ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin sibe diçe Soçiyê.

Tê gotin ku di rojeva Erdogan û Putin de pêşhatên navçeyê, rewşa Sûriyeyê, hinartina gaza Rûsyayê di ser Tirkiyeyê re û hinartina dexlûdanên Ukraynayê hene.

Sibe Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan diçe serdana Rûsyayê û dê li bajarê Soçiyê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re bicive.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, tê çaverêkirin Erdogan û Putin civînê de peywendiyên dûalî, pêşhatên navçeyê û cîhanê, rewşa Sûriyê, şerê Ukrayna, korîdora dexlûdanê Ukraynayê û pevguhertina girtiyên şerê Rûsya û Ukraynayê  gotubêj bikin.

Herwiha tê gotin ku dê mijara hinadekirina gaza Rûsyayê di ser Tirkiyê re bo Ewropayê jî bê gotubêj kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di navbera 31ê Tebaxê - 1ê Îlonê de çûbû Rûsyayê.

Hakan Fîdan û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Moskowê civiya bûn.

Tê gotin ku ew civîn ji bo civîna Erdogan û Putin wekî amadekariyekê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst