Di êrişên Tirkiyeyê de sivîl jî têne kuştin: Gelo helwesta Amerîkayê çi ye?

15-08-2023
Diyar Kurde
Nîşan Amerîka Vedant Patel Herêma Kurdistanê Êrişên Tirkiyeyê
A+ A-

Washington (Rûdaw) - Cîgirê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Vedant Patel, li ser êrişên Tirkiyeyê axivî.

Di êrişên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê de sivîl jî têne kuştin lê Vedant Patel kuştina sivîlan şermezar nekir.

Bi gotina Vedant Patel, wan xwestiye ku Tirkiye ji bo "operasyonên" li derveyî sînorê xwe hevahengiyê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re bike.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Vedant Patel doh, di civîna xwe ya rojane ya rojnamevaniyê de bersiv da pirsên Rêveberê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde.

Vedant Patel diyar kir ku ew dixwazin Tirkiye dema operasyonên derveyî sînorê xwe, bi hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistanê re di nava hevahengiyê de be.

"Divê zerer negihe sivîlan"

Pirsên Diyar Kurde û bersivên Vedant Patel wiha ne:

Diyar Kurde: Di van demên dawî de li Herêma Kurdistanê êrîşên dronan zêde bûne. Ez dibêjim hûn jî dizanin di van 3 rojên dawiyê de li ser rêya sereke ya di navbera du bajaran de 3 êrîş pêk hatin û sivîl hatin kuştin. Bertekên we li hemberî vê yekê çi ne, hûn êrîşên ku li Herêma Kurdistanê li hemberî sivîlan tên kirin şermezar dikin?

Vedant Patel: Me ji Hikûmeta Tirkiyeyê xwest ku di êrişên derveyî sînorên xwe de bi hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistanê re di nava hevahengiyeke nêzîk de be.

Em dubare tekez dikin ku divê piştrast bin ku xelkê sivîl tê parastin û divê zerer negihe sivîlan.  

Em dizanin ku gefên ewlehiyê hene û dibe ku PKKyê li ser sînoran li hemberî Tirkiyeyê ew gef çêkiribin lê di heman demê de em bang li Tirkiyeyê dikin ku rêzê li serweriya Îraqê bigire û operasyonên xwe yên leşkerî bi aliyên pêwendîdar re di nava hevahengiyê de bi rê ve bibe.

Diyar Kurde: Hûn êrîşên ku sivîlan dikin hedef şermezar dikin?

Vedant Patel: Weke ku min behs kir, me ji Tirkiyeyê xwestiye ku van operasyonên dersînorî bi hevahengiya hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistanê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst