Li Almayayê polîsan êrişkarek kuşt

15-06-2024
RÛDAW
Nîşan Almanya Magdeburg Polîsê Alman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Magdeburgê yê Almanyayê, kesekî bi kêrê 3 kes birîndar kirin û êrişkar ji aliyê polîsên Almanyayê ve hat kuştin.

Li gorî medyaya Almanyayê, li bajarê Magdeburgê kesekî bi kêrê êrişî şahiya lîstîkê ya Almanya û Skoçyayê kir.

Di wê êrişê de 3 kes birîndar bûn û rewşa birîndarekî dijwar e.

Polîsan bi çekê gule li êrişkar reşandin û ew kuşt.

Rêveberiya Polîsên Magdeburgê ji Rojnameya Bildê re ragihand ku gumanbar bêyî destûr derbasî holeke şahiyê ya lîstika Almanya û Skoçyayê bûye.

Li gorî gotina tîmên polîsên Magdeburgê, êrişkar piştî ku ketiye hundirê holê êrişî xelkê kiriye û 3 kes birîndar kirine.

Rêveberiya Polîsê Magdeburgê amaje bi wê yekê kir ku wan ji bo desteserkirina êrişkar li hola şahiyê dest bi operasyonê kiriye û di wê demê de êrişkar jî birîndar bûye.

Êrişkarê ku navê wî nehatiye eşkerekirin penaberekî Efxanî ye û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst