'Mir' lê piştî 24 deqîqeyan zindî bû: ‘Ez êdî ji mirinê natirsim’

14-12-2023
RÛDAW
Nîşan Mirin Zindîbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Amerîkayê jineke ciwan ji ber krîza dil ‘mir’ û piştî 24 deqîqeyan zindî bû.

Jina bi navê Lauren Canadayê di rûniştinekê de behsa wê demê kir û got, “Min ronahî an jî tunel nedîtin lê min hest bi aramiyeke kûr kir. Ez êdî ji mirinê natirsim.”

Meha Sibatê krîza dil li Lauren Canadayê da û dilê wê sekinî.

Lauren Canaday piştî 24 deqîqeyan careke din zindî bû.

Li gorî bijîşkan, sedema krîza dil a Lauren Canadayê Corono-19 ye û berî ku wê bibin beşa awarte testa wê pozîtîf derketiye.

“Min hest bi aramiyeke kûr kir”

Lauren Canadayê di rûniştinekê de behsa bûyerê kir û got:

“Krîza dil li min da. Hevjînê min telefonî 911ê kir. Tîmên tenduristiyê yên hatine wir di 24 deqîqeyan de ez vegerandim jiyanê.

Ez 9 rojan di beşa awarte de mam. Rewşa min a tenduristiyê baş e.

Min ronahî an jî tunelek nedît lê min hest bi aramiyeke kûr kir.

Tiştekî eşkere ku ez behs bikin an jî were bîra min nîne lê êdî ez ji mirinê natirsim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst