DÊRSIM - Bijîşk û karmend ji balkonê ketin: Yek mir, yek birîndar e

16-04-2024
Nîşan Dêrsim Bijîşk Mirin Pilûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pilûrê ya Dêrsimê şeva borî bijîşkek û karmendekî tenduristiyê ji balkona avahiyekê ketin.

Karmendê tenduristiyê mir û bijîşk jî birîndar bû.

Li gorî agahiyan, bijîşka bi navê Turkan B. û karmendê tenduristiyê yê bi navê Savaş K. ji balkona qata sêyem a avahiyê ketin xwarê.

Li ser agahdarkirina cîranan tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Turkan B. û Savaş K. rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pilûrê.

Savaş K. li nexweşxaneyê mir û tedawiya Turkan B.yê berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst