Li Amedê hesin bi ser karkerekî de ketin: Di cih de canê xwe ji dest da

25-04-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Karker Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê hêsin bi ser karkerekî avahîsaziyê de ket û wî canê xwe ji dest da.

Bûyer îro li navçeya Peyasê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê çêbû.

Li gorî zanyariyan di avahîsaziya vîlayekê de çend hêsin bi ser hostayê 43 salî Abdurrahman Ateş de ketin.

Abdurrahman Ateş li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Tîman cenazeyê wî ji bo karûbarên otopsiyê bir Saziya Bijîşkiya Dadî ya Amedê.

Derbarê bûyerê de lêkolîn hat destpêkirin.

Li gorî zanyariyan operatorekî makîneya kar di çarçoveya lêkolînê de bi îdiaya ku xemsariya wî di bûyerê de hebûye hatiye desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst