Fransa: Em amade ne siza bi ser Tirkiyê de bisepînin

14-04-2021
RÛDAW
Nîşan Fransa Tirkiye Erdogan Macron Deryaya Spî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Peywendiyên Yekîtiya Ewropayê (YE) yê Fransayê Clement Beaune di gotarekê de li parlamentoya wî welatî behsa rewşa li rojhilatê Deryaya Spî û peywendiyên Tirkiye û YEyê kir.

Clement Beaune di wê gotara xwe de rexneyên tund li siyaset û helwesta Tirkiyê girtin û pêwîst dît ku Tirkiye biryara xwe bide li ser “kêmkirina aloziyan” an jî “berdewakirina helwesta xwe ya agresîv”.

Wî wezîrê Fransî gefa sepandina siza jî xwar bi ser Tirkiyê de û diyar kir, “Di herdu rewşan de jî Ewropa amade ye ji bo bersivdayînê. Me tedbîrên xwe amade kirine. Siza jî di nav de, eger pêwîst bike em dê van bisepînin.”

Wezîrê Peywendiyên YE yê Fransayê got jî, Ewropa ne li gel gurrkirina aloziyan e, lê hewl dide berjwendiyên xwe biparêze û diyar jî kir ku ew ji nêzîk ve çavdêriya pêngavên Tirkiyê dikin.

Clement Beaune, vekişîna Tirkiyê ji peravên Yunanê wek gaveke “erênî” û vekişîna ji Peymana Stenbolê ya taybet bi jinan jî wek “gaveke xelet” binav kir.

Ev di demekê de ye ku berî niha derbarê “krîza kursiyê” ya li Enqerê de jî ku di hevdîtina Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen û Serokê Konseya YE Charles Michel de li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de kursî bo Ursula von der Leyen nehatibû danîn, wezîrê navborî Tirkiye sûcdar kiribû û ew weke “kemîn” pênase kiribû.

Li ser wê mijarê Beaune gotibû, “Tirkiye xerab tevgeriya. Ev pirsgirêkeke qestî ye ku li dijî me hatiye kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst