Chris Van Hollen: Min her tim piştgiriya HSDyê kiriye

14-02-2025
RÛDAW
Chris Van Hollen ji Rûdawê re axivî
Chris Van Hollen ji Rûdawê re axivî
Nîşan Chris Van Hollen Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Nêçîrvan Barzanî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Senatorê navdar ê Amerîkî Chris Van Hollen da zanîn ku pêwendiyeke xurt di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de heye û wî her tim piştgiriya HSDyê kiriye.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) îro dest pê kir û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî yek ji beşdaran e.

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar ku Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de bi “dostê dêrîn ê Kurdistanê” Senatorê Amerîkayê Chris Van Hollen re civiya.

Chris Van Hollen beriya ku bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive ji Rûdawê re axivî.

Chris van Hollen da zanîn ku ew ji demeke dirêj e Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nas dike û li bendê ye ku li ser mijarên dawî gotûbêjan bikin ku di nav wan de pêwendiyên Amerîkayê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê heye.

Chris van Hollen ji Rûdawê re ragihand, yek ji mijarên ku dê li gel Serokê Herêma Kurdistanê gotûbêj bike, rewşa Sûriyeyê ye û got:

“Min her tim piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kiriye.”

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) îsal cara 61ê di navbera 14-16ê Sibatê de tê lidarxistin.

Di rojeva konferansê de “plana aştiyê ya Donald Trump a ji bo Ukraynayê” û “rewşa Rojhilata Navîn” dê cih bigirin.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) dê di warê ewlehî û siyaseta derve de bibe mazûvana nîqaşên girîng ên cîhanî.

MSC yek ji konferansên herî girîng ên ewlehiyê yên cîhanê ye û cara ewil sala 1963yan hatibû lidarxistin.

Her sal bi sedan rêberên girîng ên cîhanê beşdarî vê konferansê dibin û pirsgirêk û gef û metirsiyên ewlehiyê yên cîhanî dinirxînin.

Konferans di nêzîkkirina perspektîvên cuda û zêdekirina baweriya di navbera welatan de roleke girîng dilîze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst