Erdhejê Gurcistan û Ermenistan hejand

14-02-2022
RÛDAW
Nîşan Ermenistan Gurcistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li welatên Gurcistan û Ermenistanê şeva derbasbûyî erdhej çêbûn. Hêza erdheja li Ermenistanê wek 5.3 û ya li Gurcistanê jî wek 6.2 hat tomarkirin.

Li gor zanyariyên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyê (AFAD), şeva derbasbûyî demjimêr 21.25 li nêzikî bajarê Şîrak ê Ermenistanê erdhej çêbû ku hêza wê 5.3 pileya rîxterê û kûrahiya wê jî 5.61 kîlometre bûye.

Her şeva derbasbûyî, erdhejekê Gurcistan jî hejand û li gor zanyariyên ku ji saziya wî welatî ya ji bo lêkolîn û çavdêriya erdhejê,  erdhej demjimêr 22.25 çêbû.

Li gor zanyariyên wê navendê, navenda erdhejê gundê Sameba yê li herêma Samtkhe-Javakheti bû û dijwariya wê jî 6.2 pileya rîxterê bû û herwiha li Tîflîsa paytext jî hest bi erdhejê hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst