Yasemîn Sîsoya Qamişloyî li zanîngeheke Kanadayê bû yekem

13-09-2023
RÛDAW
Yasemîn Sîso bû mêvana Rûdawê
Yasemîn Sîso bû mêvana Rûdawê
Nîşan Qamişlo Kanada
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kanadayê keçeke Kurd a ji Rojavayê Kurdistanê li zanîngehê bû yekem.

Yasemîn Sîso ji bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê ye.

Ew berî ku biçe Kanadayê li Zanîngeha Duhokê beşa yasayê dixwend.

Yasemînê sala 2017an tevî malbata xwe koçî Kanadayê kir.

Yasemîn Sîso bû mêvana bultena Rûdawê û behsa serkeftina xwe kir.

Yasemîn Sîsoyê diyar kir ku meriv bi israrê dikare her tiştî bike û got:

“Ji zaroktiya xwe ve min dixwest ku ez bibim parêzer û dema ku ez hatim Kurdistanê min dev ji xwendina xwe berneda.

Dema ku ez hatim Kanadayê jî min dev ji xwendina xwe berneda.”

Yasemîn Sîsoyê herwiha behsa zehmetiyan jî kir û anî ziman:

“Heger xwendekarên Kanadayî rojê 2-3 saetan bixwendana, ez dihatim malê û min rojê 6-7 saetan dixwend.”

Wê li Zanîngeha Yorkê ya Kanadayê beşa zanistên tawanên krîmînal xwend.

Yasemînê dema ku li Duhokê dixwend, li wir jî yekema zanîngehê bû.

Yasemîn Sîso niha li bajarê Torontoyê yê Kanadayê dimîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst