Dusseldorf (Rûdaw) - 6 parlamenterên Kurd ên parlamentoya federal a Almanyayê dibêjin divê hikûmeta bê ya Almanyayê piştgiriya aştiyê li Kurdistanê bike.
Ji 7 parlamenterên Kurd ên parlamentoya federal a Almanyayê, 6 parlamenteran daxuyaniyek ji bo piştgiriya pêvajoya nû ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê belav kir.
Di daxuyaniyê de parlamenter hikûmeta bê ya Almanyayê han didin ku bi hemû hêz û şiyana xwe piştgiriya aştiyê li Kurdistanê bike.
Li gorî wan ji ber ku gelek Kurd û Tirk li Almanyayê dijîn, divê Almanya vê yekê bike û berpirsiyariyeke mezin jî li ser milê wê ye.
Di dîroka parlamentoya federal a Almanyayê de cara yekem e ku komeke ew qasî mezin a parlamenterên Kurd daxuyaniyeke hevpar bi hev re belav dikin.
Ew daxwazê ji Serokkomarê Tirkiyeyê jî dikin ku bi çalakî pêşveçûna pêvajoyê han bide û gavên kirdarî yên wekî azadkirina girtiyên siyasî û bicihkirina mafên çandî yên gelê Kurdistanê bavêje.
Kesên ku daxuyanî îmze kirine ev in: Qasim Tahir Salih (li ser lîsteya Keskan), Giokay Akbulut, Mirza Edis, Cem Înce, Firat Koçak û Cansu Ozdemir li ser lîsteya Çepan.
Tenê parlamenterekî Kurd ku îmzeya wî li ser daxuyaniyê tune, Serdar Yuksel e û ew jî li ser lîsteya Sosyal Demokratan e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse