Dusseldorf (Rûdaw) – Parlamentoya Swêdê kîmyabaran Helebceyê bi bîr anî.
Sibe roja yekşemê salvegera kîmyabarana Helebçeyê ye.
Berî wê jî, vê hefteyê li Swêdê bîranîneke hêja ya vê salvegerê çêbû.
Li bajarê Stockholmê û di nava avahiya parlamentoya Swêdê de ev roj hat bibîranîn.
Nûnertiya Hikûmeta Kurdistanê ya Swêdê, bi hevkariya tora Swêdiyan û Kurdan ya nava parlamentoya Swêdê û Federasyona Komeleyên Kurdistanî yên Swêdê ev bîranîn pêk anîn.
Holeke tijî siyasetmedarên Swêdî û Kurdistanî, bi çend kesên ku ji kîmyabarana Helebçeyê rizgar bûne û nûnerên saziyên diyasporaya Kurdan a li Swêdê, guhdariya lorîn û hewarên hunermendên Hewramanê ku di bîranînê de beşdar bûn kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse