Balafira Amerîkayê ketibû, 5 leşkerên tê de mirine

12-11-2023
Nîşan Amerîka Balafir Ketin Leşker Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balafireke a leşkerî ya Amerîkayê 10ê vê mehê li Deryaya Naverast ketibû.

Hat ragihandin ku 5 leşkerên di wê balafirê de mirine.

Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê yê Ewropayê (EUCOM), şava borî ragihand ku balafireke wan a leşkerî li rojhilatê Deryaya Naverast ketiye.

EUCOMê li ser bûyerê daxuyaniyeke nû da û destnîşan kir ku her 5 leşkerên Amerîkayê yên di vê balafirê de mirine.

EUCOMê herwiha amaje pê kir ku balafira wan dema rahênanê, ji ber pirsgirêkeke teknîkî ketiye.

Piştî ku Îsraîlê êrişên xwe yên li Xezeyê zêde kirin, Amerîkayê balafirên pêşketî yên leşkerî şandibûn Rojhilata Navîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst