Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê: Leşkerekî me mir

12-02-2024
Nîşan Tirkiye Leşker Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê leşkerekî wan miriye.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, ev leşkerê wan “di encama qezayeke trafîkê de" miriye.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê da zanîn ku navê wî leşkerî Mustafa Ozkardeş e.

Malbata Mustafa Ozkardeş a li bajarê Kutahyayê yê Tirkiyeyê termê wî wergirt.

“Pence-Kilîd”

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst