Yekîtiya Ewropayê êdî naxwaze mecbûrî gaza Rûsyayê be

12-03-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Wêne: Ajans
Wêne: Ajans
Nîşan Rûsya Yekîtiya Ewropayê Gaza Xwezayî
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Girêdayîbûna Yekîtiya Ewropayê êdî bi gaza siruştî ya Rûsyayê re ne maye. Hinardekirina gaza Rûsyayê bo welatên Ewrûpî 80% kêm bûye.

Piştî daxuyaniyên Seroka Komîsyona Ewropayê, hin derdorên siyasî ragihandin ku ev yek tê wê wateyê ku di “şerê gazê” de Rûsyayê şikest xwar.

Parlamenterê Dûmaya Rûsyayê yê ji partiya desthilatê berevajiya vê yekê îdia dike.

Parlamenterê Partiya Rûsyaya Yekgirtî Yevgeniy Fedorov got “Bê guman, ji ber vî şerî, tengasî ji Rûsyayê re çê bûne. Hin ziyanên me ji ber siyaseta ambargoyan hebûn, lê ew ne zêde ne. Tengasî çi ye? Me dahata xwe zêde kirine! Me di wateya stratejî de serkeftineke qerase bi dest ve anîne. Heta Ez dikarim bêjim ku di warê stratejî de derfetên aborî yên Rûsyayê, ji rewşa berê du caran zêdetir bûne.”

Rûsya salane zêdetir ji 200 milyar metrekup gaza siruştî hinarde dikir bo bazarên cîhanê û ji wan, 130 mîlyar diçû bazarên Yekîtiya Ewropayê. Belam ji ber dorpêç û teqînên li hêlên Nord Stream-an, niha ev rêje nîvî bi nîvî kêm bûye.

Cîgirê serokê Fona Neteweyî ya Ewlekariya Enerjiyê Stanîslav Mîtraxovîç diblje “Divê Rûsya, ew qebareya gazê ku berê diçû Ewropayê, bizivirîne bazarên Asyayê. Lê jê re dem pêwîst e. Bê guman, ji zivirandina neftê zêdetir dem pêwîste. Ji ber ku neft bi giranî  bi deryayê ve diçe, belam gaz bi lûleyan dihat veguhastin. Vê gavê di navbera Rûsya û Çînê de avakirina lûleyeke nû ya ‘Hêza Sîbîrê’ tê gotêbêjkirin. Dûr nîne ku sala din avakirina wê dê destpê bike. Û piştî sê salan jî ewê dê biqede.”

Di sala 2022an de nêzî 248 mîlyar dolar tenê ji hinardekirina jêderên enerjiyê ketiye budceya Rûsyayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst