Kesên xwedî mafê rûniştinê dikarin hevjînên xwe bê şert û merc bibin Danîmarkayê

11-05-2024
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Danîmarka Hevjîn Mafê Rûniştinê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Danîmarkayê dixwaze prosedurên anîna hevjînan hêsantir bike.

Niha tedbîr pir hişk in û wisa kirine ku kesek bi zehmetî dikare hevjîna xwe bîne Danîmarkayê.

Li gorî projeya ku Wezareta Koçberan û Xweguncandinê ya Danîmarkayê amade kiriye û dê ji meha 7an a îsal ve (ango paş 7 hefteyan) bikeve kar, êdî hewce nake kesê ku hevjîna xwe tîne, bawernameya wî ya asta 3yan a hînbûna zimanê Danîmarkî hebe.

Di şûna wê de, divê kesê daxwazkar teqez bike ku 5 salan li ser hev kar kiriye û di karê xwe de bi zimanê Danîmarkî axiviye.

Herwisa êdî hewce nake ku 114 hezar kronên Danîmarkî wekî garantiya xwedîkirina hevjîna xwe razîne û nîvê wan pereyan (nêzî 8 hezer euro) bes in.

Berê, seba anîna hevjînê ji bo Danîmarkayê şert û mercên qanûnî yên pir hişk hebûn.

Anîna malbatê tenê ji bo wan kesan bû ku mafê penaberiyê wergirtine.

Ango ger bi corekî dî mafê mayîna wî li Danîmarkayê hebe û nebûbe hemwelatiyê Danîmarkî, nikarîbû jina xwe bîne wir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst