Pisporên jîngehê pêşbînî dikin pileyên germê zêdetir bilind bibin

11-05-2022
RÛDAW
Pisporên jîngehê pêşbînî dikin pileyên germê zêdetir bilind bibin
Pisporên jîngehê pêşbînî dikin pileyên germê zêdetir bilind bibin
Nîşan Keşûhewa Germahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pisporên navendeke keşûhewayê ya li New Delhiya paytexta Hindistanê li ser bilindbûna pileyên germê hişyarî dan.

Rêveberê Bernameya Keşûhewayê ya Rêxistina Jîngeha Cîhanê Maxx Dilley anî ziman, “Keş û hewa bi şev û rojekê naguhere lê gav bi gav diguhere. Hindik maye germa zeviyê 1.5 pile zêdetir be, ev ew ast e ku hişyarî derbarê wê de tê dayîn, em ber bi qonaxa germtirbûna zêdetir a keş û hewayê ve diçin, ji ber gazên germker zêdetir tên derxistin.”

Tê pêşbînîkirin ku di 5 salên pêş de, li ser rûyê cîhanê keşûhewaya herî germ belav bibe.

Maxx Dilley got, “Hemû deh salek germtir bûye ji deh salên berî xwe, ew bilindbûn jî berdewam dibe. Ji niha û heta 2026an her sal germa zeviyê bi kêmanî 1.5 pile bilindtir dibe û ji wê jî xirabtir gehiştina wê pileyê çendîn car dubare dibe.”

Hat diyarkirin ku encamên wê 1.5 pileyê dê bibe sedema çendîn bûyerên xwezayî yên metirsîdar ên wek çolbûna berfirehtir û tozbarîna zêdetir, barana kêm û jinavçûna beşa zêde ya berhemên cotkariyê, şewitîna daristanan û koçberbûna zêdetir a xelkê û têkçûna sîstema jîngehê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst