Bereyeke nû ya enerjiyê li Herêma Kurdistanê

27-11-2023
Omer Ehmed
Nîşan Herêma Kurdistanê Guherîna Keşûhewayê Hîdrojena Kesk
A+ A-

Hefteya bê, 28emîn Konferansa Guherîna Keşûhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku bi navê (COP28) tê nasîn, dê li bajarê Dubaiyê were lidarxistin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê niha bi çareserkirina pirsgirêkên xwe yên darayî daketiye.

Ev arîşe piştî rawestandina hinartina petrolê di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de derketin holê lê belê, divê ev rê li ber wê yekê negire ku Herêma Kurdistanê li siyaseteke stratejîk a girêdayî çavkaniyên nû yên enerjiyê bihizire.

Armanca sereke ya Konferansa Guherîna Keşûhewayê ya NYyê lezkirina qonaxa demdemî ya enerjiyê ye. Mebest jî ew e ku asta belavbûna gazên ziyandar berî sala 2030î were kêmkirin. Her wiha pêşî li germbûna zêdetir a pileyên germiya erdê were girtin çimkî zêdebûna pileyên germê ji her hêlê ve metirsî li ser xelkê çêkiriye.

Tevî destkeftên Herêma Kurdistanê di warê neft û pîşesaziyên giran ên wekî hesin û çîmentoyê de jî yek ji encamên van destkeftan zêdebûna asta belavbûna gaza karbondîoksîtê bû. Wezareta Samanên Xwezayî kompanyayên petrolê pabend kir ku gaza girêdayî petrolê têxin nav bîrên petrolê yan jî ji bo berhemanîna elektrîkê bi kar bînin. Vê yekê bandor li ser kêmkirina asta belavbûna gazên ziyandar kir.

Herwisa, di çend salên borî de, ji bo berhemanîna elektrîkê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi piranî li şûna mazot û nefta reş, gaza xwezayî bi kar anî. Ev yek jî bû sedema kêmkirina asta belavbûna gazên zirarmend. Her çend ev pêngav erênî bûn jî hîna jî nêzîkî nîvê elektrîka ku tê berhemanîn, nemaze di dema zêdebûna daxwazê di havîn û zivistanê de, dîsa jî ji hêla jeneratorên taybet ve tê berhemanîn ku bi radeyeke mezin sedemên berdewamiya zêdebûna tibaba belavbûna gaza karbondîoksîtê ne.

Ev faktor wer dikin ku dariştina siyaseteke stratejîk ji bo pêşxistina çavkaniyên nû yên enerjiyê bi taybetî hîdrojena kesk li Herêma Kurdistanê bibe karekî zehfî pêwîst. Hîdrojena kesk û bikaranîna wê ji bo berhemanîna elektrîkê yan jî bikaranîna wê di sektora veguhestinê de dikare bibe çavkaniyeke aborî li Îraq û Herêma Kurdistan.

Hîdrojena kesk bi rêya proseya elektrolîzkirina avê û bikaranîna elektrîka ku bi rêya enerjiya rojê yan enerjiya ba tê dirustkirin, tê berhemanîn. Şert û mercên erdnîgarî û seqayê yên Îraq û Herêma Kurdistanê ku hin caran di salekê de 300 rojan tav li rûyê esmên e, dibin sedem ku pêşxistina hîdrojena kesk di warê aborî de mifadar be.

Welatên neftê yên wekî Erebistana Siûdî, Îmarat û Umanê berî niha veberhênanên mezin di hîdrojena kesk de kirine. Erebistana Siûdî projeyeke 8,4 milyar dolarî di vî warî de cîbicî dike. Îmarat jî ku bi tevahî bi 54 milyar dolaran di warê enerjiyên nû de veberhênan kiriye, beşeke darîçav ji bo pêşxistina hîdrojena kesk veqetandiye.

Tevî pirsgirêkên darayî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ku ji ber fişar û zextên Bexdayê û rawestandina hinartina petrolê çêbûn lê hîna jî derfeta pêşxistina hîdrojena kesk li holê ye. Nemaze bi rêya hêsankirinên ji bo sektora taybet û garantîkirina projeyên girêdayî berhemanîna elektrîkê bi rêya enerjiya rojê û hîdrojena kesk ku sektora taybet amade ye wan cîbicî bike.

Xaleke girîng jî peydakirina erdê ji bo santralên berhemanîna elektrîkê bi rêya enerjiya tavê ye, ji ber ku ew qadeke mezin a erdê dagir dikin.

Hîdrojena kesk ne tenê ji bo berhemanîna elektrîkê tê bikaranîn lê belê şoreşeke qerase di sektora veguhastinê de jî dadaye. Welatên Ewropa, Kanada û Amerîka wê nola enerjiya siberojê dihesibînin û amade ne li her welatekî ku projeyên bi vî rengî hebin hilberînê bikin.

Di vê çarçoveyê de, Amerîka û welatên endamên koma G20ê, li gor rêkeftina jîngehê ya Parîsê, xwe pabendî peredarkirina projeyên warê enerjiyên nû kiriye û wan soz daye ku salane herî kêm 100 milyar dolarî li welatên nûpêşkeftî yên mîna Îraq û Herêma Kurdistanê di vî warî de hilberînin.

Guhertina çavkaniyên enerjiyê yên kevneşopî û pêşxistina çavkaniyên nû yên enerjiyê ne tenê dibe sedema çareserkirina kêmbûna elektrîkê, li şûnê û di heman demê de dikare bi rêya mekanîzma krediya karbonê jî salane bi milyonan dolar fena dahatê ji welatan re misoger bike.

Kurtanîn û kêmasiya elektrîkê li Herêma Kurdistanê nêzî 3,000 (MW/h) e û li Îraqê jî nêzî 10,000 (MW/h) e. Tevî ku her du hikûmet bi giranî girîngiyê didin pêşxistina çavkaniyên nû yên enerjiyê jî tenê tibabeke hindik a elektrîkê bi van rêyan tê berhemanîn an jî nû plan ji wan re tê danîn.

Li Îraqê tekane projeya berbiçav a ku di vî warî de hatiye ragihandin, projeya berhemanîna 1000 (MW/h) elektrîk e bi rêya enerjiya rojê ku biryar e şirketa Fransî ya Total Energyê wê bi cih bîne.

Li Herêma Kurdistanê jî projeyek bi karîna 25 (MW/h) hatiye ragihandin û biryar e di siberojê de projeyeke din a 100 (MW/h) ji bo berhemanîna elektrîkê bi rêya enerjiya rojê were cîbicîkirin.

Ev proje dikarin tenê rêjeyeke hindik ji daxwaza elektrîkê dabîn bikin û ji wê şiyana mezin ku li Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina çavkaniyên enerjiyê yên nû heye pir kêmtir e jî.

Li gor raporeke Sindoqa Hîdrojena Kesk ku navenda wê li Hewlêrê ye, berhemanîna 1000 (MW/h)ên elektrîkê bi rêya hîdrojena kesk ji hêla aborî ve mifadar e û mesrefa wê ji berhemanîna 1000 (MW/h) ên elektrîka ku niha bi rêya bikaranîna mazotê yan petrola reş tê berhemanîn kêmtir e.

Her wiha berhemanîna 1,000 (MW/h/saet)ên elektrîkê bi rêya hîdrojena kesk dê ji ber wergirtina krediyên karbonê dahata salane ya 200 milyon dolarî ji berhemhêneran re misoger bike.

Konferansa Jîngehî ya NYyê ku dê ji roja 30ê vê mehê heta 12ê Kanûna Pêşînê bê lidarxistin, bi taybetî di warê hîdrojena kesk de wê biryarên girîng bide.

Standardên cîhanî û rêgezên girêdayî berhemanîn û bikaranîna hîdrojena kesk dê yekem car di çarçoveya wê konferansê de werin ragihandin û ev jî dikare bibe sedema kişandina veberhênanên mezin di qada hîdrojena kesk de ji seranserê cîhanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst