Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku li gorî texmînan dê îro li 9 bajarên Bakurê Kurdistanê baran bibare.
Li gorî Saziya Keşnasiyê, dê îro demjimêrên nîvro li parêzgehên Meletî, Erzîngan, Dêrsim, Xarpêt, Çewlîg, Dîlok, Mereş, Sêwaz û Kilîsê yên Bakurê Kurdistanê baran bibare.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îro û sibe pileya germê dadikeve.
Li Bakurê Kurdistanê sibe pileya germê di navbera 3-7 pileyan de dadikeve.
Herwiha Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê da zanîn ku dê sibe jî li Amed, Erzirom, Semsûr û Êlihê baran bibare.
Li aliyê din, dê îro pileyên germahiyê li hinek parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi vî awayî bin:
- Amed: 37
- Sêrt: 37
- Êlih: 39
- Riha: 35
- Dîlok: 31
- Erzirom: 30
- Qers: 30
- Wan: 29
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse