Nusret bi Macron re hevdîtin kir û pesnê wî da

11-01-2023
RÛDAW
Nîşan Kurd Nusret Gokçe Emmanuel Macron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karsazê Kurd ê ji Erzirom a Bakurê Kurdistanê, Nusret Gokçe ku li cîhanê wek Salt Bae tê naskirin, bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtin kir.

Şêfê Kurd ê navdar, Nusret Gokçe ku bi tevgera xwe ya "Salt bae" li cîhanê gelek bi nav û dengê bûye, li ser hesaba xwe ya Instagramê wêneyê xwe bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re belav kir.

Nusret li bin wêneyê xwe û Macron jî nivîsa "Ji serokkomarekî pir zêdetir" nivîsandiye.

Belavkirina wêneyê Nusret û Macron rastî eleqeyeke mezin a şopînerên Nusret hat û gelek kesan wêne ecibandin û şîrove li ser nivîsandin.

Hesaba Instagramê ya Nusret xwdiyê nêzî 50 milyon şopîneran e.

Şêfê Kurd Nusret, bi xwaringehên xwe yên goşt û kesayetiya xwe ya navdar Salt Bae li cîhanê tê naskirin.

Nusret niha li gelek bajarên mezin ên cîhanê xwedî xwaringehên xwe yên taybet e û kesayetên navdar ên cîhanê serdana xwaringehên wî dikin, daku xwarina ji destê wî bixwin.

Herî dawî di Kûpaya Cîhanî ya Futbolê ya 2022an de ku li Qeterê hat lidarxistin, piştî serkeftina tîma Arjantînê di fînalê de Nusret derbasî nav cihê pîrozbahiyan bibû û bi Lionel Messi û endamên tîma Arjantînê re wêne kişandibûn û kûpaya cîhanî girtibû destê xwe, ew yek jî di asta cîhanê de bibû sedema karvedanan.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst