Bîr û baweriyên cotkarên amerîkî li ser karnameya Donald Trump cuda ne

11-10-2020
RÛDAW
Cotkar li ser herdu bereyên Komarî û Demokrat hatine dabeşkirin
Cotkar li ser herdu bereyên Komarî û Demokrat hatine dabeşkirin
Nîşan Hilbijartinên Amerîkayê Amerîka Donald Trump
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Wîlayeta Wisconsin a Amerîkayê ku xwediya kerteke çandiniyê ya bihêz e, di van çaxên hilbijartinê de cotkar li ser herdu bereyên Komarî û Demokrat dabeş bûne û li ser karnameya Donald Trump û hikûmeta 4 salên borî ya Amerîkayê bîr û baweriyên her cotkarekî yên cuda cuda hene.

Tabloyên girêdayî kampîna hilbijartinê ya Donald Trump û Joe Biden bi awayekî zêde di nav zeviyên cotkaran de tên dîtin.

Di hilbijartina borî de, berbijêra Demokratan Hilary Clinton bi awayekî fermî ti kampînek li vê wîlayetê birêve nebir, lê plana herdu berbijêrên îsal heye ku berî roja hilbijartinê serdana vê derê bikin.

Yek ji cotkarên vir dibêje, sala 2016an pêwîstiya xelkê pê hebû ku ev welat guherîneke mezin li xwe bigire.

Cotkar Darin Von Ruden dibêje: “Sala 2016an, hestek hebû ku divê ev welat guherîneke bilez bike. Trump ev hest guhast. Ev rastiya li pişt hilbijartina Serokê Amerîkayê bû. Lê îro gava mirov rewşê dibîne, bi nêrîna min hejmareke zêde ya cotkar û welatiyên din jî hest dikin eger kesek li derveyî sîstemê here Koşka Spî, ne şert e bibe berbijêrekî baş. Divê berbijêrên me yên baştir ji bo vî welatî hebin.”

Cotkarekî din nêrîna Demokratan wek nêrîneke sosyalîst bi nav dike û dibêje, pêwîstiya wan bi kesên berpirsiyartir heye.

Cotkar John Schaller jî got: “Ez ne sosyalîst im û ti carî nêrîneke min a sosyalîst nebû. Lê wisa dixuye evên niha dixwazin nêrîneke sosyalîst li ser me ferz bikin. Li şûna ku kesên berpirsiyar bin û bersivên wan ji bo karên wan hebin. Ramana azadkirina vê bazarê û bazarên din ne alîkar e.”

Rikeberiya tund di navbera Donald Trump û Joe Biden de, piştî yekem dîbeyta wan pir tund bû, herdu rikeber jî heya radeyekê nêzîkî hev in. Cudahiya bîr û baweriyên herdu berbijêrên serokatiya Amerîkayê, xelk li ser du bereyan dabeş kir.

Cotkar Jesse Downs jî wiha axivî: “Îro xelkên Amerîkayê ji berê bêtir dabeş bûne. Trump di dema çar salên serokatiya xwe de bû sedema vê cudahiyê. Lê ez bi dirustî nizanim, çimkî  li Wîlayeta Wisconsin-ê gelek kesên Komarî jî hene di vê demê de karên baş kirine.”

Donald Trump di 4 salên borî de, bi berdewamî ragihandiye ku dê ji cotkar û çînên din ên xelkê re kar bike. Ew rêkeftina qonaxa yekem a navbera Çîn û Amerîka wek derfetekê ji bo cotkarên amerîkî bi nav dike ku dikarin berhemên xwe li bazarên Çînê bifiroşin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst